• Thursday, 19 February 2026
logo

Di navbera YPGê û artêşa Tirkiyê de şer derket

Gulan Media December 14, 2017 Nûçe
Di navbera YPGê û artêşa Tirkiyê de şer derket
YPGê ragihand, îro Çarşemî 13ê Befranbara 2017 li ser sînorê kantona Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên YPGê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û li gorî daxuyaniya YPGê di encamê de 2 serbazên Tirkiyê hatine kuştin. Artêşa Tirkiyê derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.

Malpera fermî ya Yekîenyên Parastina Gel (YPG) YPGê ragihandiye, bi armanca çêkirina rê û avakirina dîwarekê li ser sînor, hêzên artêşa Tirkiyê sînorê kantona Kobanî derbas kirin û ketin nava xaka Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî vê nûçeyê, hêzên Tirkiyê tevî hin wesayitên artêşa wî welatî derbasî nava gundê Aşmê ku dikeve rojavayê bajarê Kobanî bûn.

Malpera fermî ya YPGê daye xuyakirin, ku şervanên YPGê û YPJê yekser destwerdan kirin û hewl dan rê ji derbasbûna hêzên Tirkiyê bigirin, ku di encamê de şer di navbera her du aliyan de derket.

YPG dibêje, di encama şer û pevçûna îro li ser sînorê Kobanî de otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê hat rûxandin û 2 leşkerên Tirkiyê jî hatine kuştin.

Ajanseke nûçeyan a nêzîkî YPGê jî ragihandiye, ku şerê navbera şervanên YPGê û hêzên artêşa Tirkiyê derdora 3 demjimêran dom kiriye, lê di dawiyê de şervanan rê nedane ku hêzên Tirkiyê di nav axa Rojavayê Kurdistanê de bimînin û bi neçarî paş ve veriyane aliyê din ê sînor.

Li gundê Aşmê yê Rojavayê Kobanî gora damezrênerê Împeratoriya Osmaniyan Silêman Şah heye, ku pêştir bi rêkevtineke navbera Tirkiyê û PYDê ji cihekê din ê nava axa Sûriyê bo gundê Aşmê yê ser bi Kobanî ve hatibû veguhastin.

Beriya niha jî Tirkiyê çend caran hewl daye ku derbasî gundê Aşmê bibe û li wî gundî bicih bibe.

Malpera YPGê herwiha aşkere kiriye, êvariya duh Sêşemiyê jî li heman herêmê artêşa Tirkiyê êrîşî şervanên YPGê û YPJê kiribû û di encama bersivdana şervanan de pevçûneke demkurt di navbera her du aliyan derketibû.

Rudaw
Top