• Thursday, 19 February 2026
logo

Baydemîr: Ez nûnerekî ji Kurdistanê me

Gulan Media December 13, 2017 Nûçe
Baydemîr: Ez nûnerekî ji Kurdistanê me
Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê Rihayê Osman Baydemîr li parlamentoya axivî. Baydemîr di axaftina xwe de ragihand ku ew dixwaze ev der bibe sîwana hevpar a Kurd û Tirkan.

Osman Baydemir wiha axivî: “Ez weke ewladekî Kurd, weke nûnerekî ji Kurdistanê, daxwaza min ew e ku ev der(parlamento) bibe sîwana hevpar a Kurd û Tirkan.”

Li ser vê axaftina Baydemîr parlamenterên AKPê bertek nîşan dan. Cîgira Serokê Parlamentoyê Ayşenur Bahçekapılı ji Baydemîr pirsî, ‘Kurdistan ku der e?’, Baydemîr jî destê xwe bir ser dilê xwe û got, ‘Kurdistan ev der e’

Basnews
Top