• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Îdeolojiya tundrewa Îslamî niha li Tirkiye û Qeter in

Gulan Media December 13, 2017 Nûçe
Amerîka: Îdeolojiya tundrewa Îslamî niha li Tirkiye û Qeter in
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Serokê Amerîkayê dibêje, piştevanên nû yên îdeolojiya tundrewa Îslamî niha li Tirkiye û Qeter in.

Li gor nûçeya Rojnameya “The National”, Şêwirmendê Donald Trump Herbert Raymon McMaster, li paytexta Amerîka beşdarî bernameyek bû û got, li hember Amerîka li asta cîhanê 3 gef hene.

Da xuyakirin, metirsiyên yekemîn Çîn û Rûsya, ya duyem Îran û Korya Bakur ku piştevaniya terorê dikin û li dûv çekên komelkujî ne û ya sêyem jî rêxistinên tundrew ên cîhadî ne ku Qeter û Tirkiyê piştevaniya wan dikin.

Da zanîn, niha li Tirkiyê AK Partî fişarên mezin danîne ser civaka sivîl û hemû hêz di destê xwe de kom kiriye û ev yek dibe sedem ku Tirkiye bi awayek lezgîn ji Rojavayê dûr dikeve

K24
Top