UNAMI bo Bexdayê: Metirsiya li ser Kurd û Tirkmenan rakin
Misyona Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) bi daxuyaniyekê ragihand, bi armanca lêkolîn û şopandina binpêkirinên li dijî mafên mirovan û koçberanbûnan, roja 7ê Kanûna 2017ê tîmeke wan serdana navçeya Xurmato ya ser bi parêzgeha Selahadînê kiriye û çavdêriyên xwe kiriye rapor.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku biryare şandeke din ê UNAMIyê di rojên pêş de serdana Kerkûk, Xurmato û navçeyên din bike.
UNAMI dilgiraniya xwe li hember êrîşên herêmî yên vê dawiyê anî ziman, ku bûne sedema ziyanên mezin û ziyana canên sivîlan.
Misyona NY li Iraqê ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir, “demildest karên ku metirsiyê dixin ser ewlekarî û aramiya civaka Kurd û Tirkmenên nîştecihên wan navçeyan.”
Di heman demê de UNAMI daxwaza sepandina yasayan û serwerkirina aramî û seqamgiriyê kir û xwest ku ji bo vegera koçberên Xurmatoyê hêsankarî were kirin.
Rudaw
