Rejîma Îranê 50 kirpaçan li keçeka Kurd dide
Li gor zaniyariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, rejîma Îranê bi tometa ku beşdariya çalakiyên pîrozbayî yên taybet bi referanduma serxwebûna Kurdistanê kiriye, cezayeke gelek sosret daye keçeka Kurd.
Ev keça Kurd yaku xelkê bajarê Seqizê ye û hevdem Xwendekara zanîngehê ye jî, bi hinceta ku beşdariya şahiyên referanduma serxwebûna Kurdistanê kiriye, ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve rastî cezayeke sosret hatiye û dadgeh cezaya lêdana 50 qamçiyan ( kirbaç) û herwih 1 miliyon 800 hezar timan daye ew xwendekara Kurd.
