Çavuşoglu: YPG nûneritiya beşeke biçûk a Kurdan dike
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu beşdarî bernameyeke televîzyona NTV a tirkî bû û pirsên derbarê geşêdanên li Sûryiyê de bersivandin.
Li ser pirsa “Mijara hebûna PYD-YPGê ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin hat gotûbêjkirin? Gelo rêkeftinek pêk hat? Ji xeynî PYDê, aliyekê heye nûnerê Kurdan be û Tirkiyê qebûl bike?” Çavuşoglu wiha got: “YPGê bi sere xwe tenê ne nûnerê Kurdan e, bi tenê nûneritiya beşeke biçûk a Kurdan dike. Niha YPG ji sedî 20 axa Sûriyê kontrol dike, lê Kurd venagerên wê derê.
Em ne li dijî birayên xwe yên Kurd in. Em li dijî YPGê ne. Îran jî li dijî YPGê ye. Ji xeynî van jî grûbên Kurdan hene, grûbên kurdî yên ku li Ewropayê dimînin jî hene. Ango em ne dijî birayên xwe yên Kurd in. Gelek grûb hene ku dikarin di kongreya diyalogê da nûnertiya Kurdan bikin. Me lîsteya wan hemûyan da Rûsyayê. Herwiha di vê çarçoveyê de kî dikare nûneritiya Kurdan bike xebatên vê yekê tên kirin. Em vê yekê ligel Îran û Rûsyayê jî parve dikin. Rûsyayê wan jî bi wan re destpê danûstandinan kirine.”
Mevlut Çavuşloglu derbarê helwesta Tirkiyeyê ji bo Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad de got, helwesta welatî wî ya li hemberî Esed neguherî ye û heta Esed hebe Sûriyê aram nabe.
Çavuşoglu li ser egera Tirkiyê operasyoneke bibe bi ser Efrînê de jî wiha got: “Tirkiye ji aliyê Efrînê ve rastî tacîzan tê. Ji bo me ne girîng e kî li wê derê heye an nine, ji bo me ya girîng ew e ku gef heye an na. Ji wê herêmê bo me metirsî û êriş li me têne kirin. Em kengê bixwazin em dê ji nişka ve têkevinê û midaxele bikin. Heger rejîm jî li ser me bibe gef emê wan jî bikin hedefa xwe. Lê niha gefeke wîsa nîne. Niha tenê PYD/YPG gef in."
Rudaw
