• Thursday, 19 February 2026
logo

Balyozê Amerîka li Iraqê: Bo destpê kirina guftûgoyên Hewlêrê û Bexda emê alîkarbin!

Gulan Media December 11, 2017 Nûçe
Balyozê Amerîka li Iraqê: Bo destpê kirina guftûgoyên Hewlêrê û Bexda emê alîkarbin!
Balyozê Amerîka li Iraqê aşkera kir, bo destpê kirina guftûgoyên di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya federal de dê alîkarbin.

Di hevpeyvîna li gel Associated Press de balyozê Amerîka yê Iraqê Doglas Siliman amaje bi vê yekê kir ku dê alîkarê Hewlêr û Bexdayê bikin bo destpê kirina guftûgo û çareseriya pirsgirêkan.

Herwaha aşkera kir piştî bi dawî hatina DAIŞê li Iraqê, armanca serekî ya Amerîkayê li Iraqê ew e, pêgeha xwe bihêz bike û rê li berfirehbûn û bi bandorbûna Îranê ya li Iraqê bigre ye.

Balyozê Amerîka li Iraqê diyar kir, Îran rêz li serweriya axa welatên cîran nagre û alîkariya grubên milîs berdewam dike û piraniya çalakiyên xwe jî bi rêya saziya îstixbaratê ve pêktîne û ragehand: ‘’Li gor Amerîka armanca Îranê ji bo alîkariya wan milîsan ji bo têkdana rewşa navçeyê ye.’’

Basnews
Top