Sedr daxwaza çek danînê ji hêzên xwe yên milîs dike!
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê îro 11.12.2017ê rêberê Tevgera Sedr Muqteda El Sedr ragehandiye ku pêwîste binkeyên Seraya Selam ên dervey binkeya serekî bên daxistin û bo karûbarên mirovî û sivîl ji endamên wan sûd bê wergirtin.
Muqteda El Sedr moleta 45 rojan bo çek danîna milîsên bi xwe ve girêdayî daye û ragehandiye ku dervey mezarê pîroz ê şîeyan li bajarê Samara ya parêzgeha Selahedînê, hemû navçeyên din divê çekên xwe radestî hikûmetê bikin.
Rêberê Tevgera Sedr amaje bi vê yekê jî kiriye ku, rewşa Iraqê û bajarê Orşelîmê cudaye û pêwîste alîgirên wî bi awayeke pir veşartî kar bo Orşelîmê bikin û ziyanê negehînin Iraqê.
Seraya Selam hêzên milîs ên Heşdî Şeibî ne û ser bi Tevgera Sedr in.
Baasnews
