Amerîka rizgarkirina axa Îraqê ramana jinavçûna DAIŞê nade
Hêzer nawrît, peyivdara wezareta Derve ya Amerîka di pirêskonferansê xwe yê heftîyane de got: Amerîka baş dizane ku rizgarkirina axa Îraqê ramana jinavçûna DAIŞ û terorê nîne û Amerîka di gel hevpeymanên xwe dê kar ji bo nehêlana terorê bike.
Herwisa da zanîn: Amerîka her ji sala 2014ê ta niha milyarek û 700 milyon dolar wek alîkarîyên mirovî pêşkêşî Îraqê kirîne û 265 milyon dolar ji bo vegerandina aramîya Îraqê terxan kirîne, herwisa diyar jî kir: 112 milyon dolar ji bo nehêlana mîn û paşmayên DAIŞê û meşqkirina hêzên Îraqê hatîne terxankirin.
waar.tv
