• Thursday, 19 February 2026
logo

Malikî berovajî Ebadî pesnê Pêşmerge da

Gulan Media December 10, 2017 Nûçe
Malikî berovajî Ebadî pesnê Pêşmerge da
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gotara xwe ya serkevtina bi ser DAIŞê de behsa rola Pêşmerge nekir, lê Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî pêsnê rola Pêşmerge da.

Nûrî Malikî ku Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ye, bi boneya ragihandina serkevtina li dijî DAIŞê, peyamek belav kir û pîrozbahiya Pêşmerge kir û pesnê rola hêzên Pêşmerge ya di şerê li dijî DAIŞê de da. Herwiha Malikî bi rêya avakirina Iraqê, vegera awareyan û rêzgirtina destûrê daxwaza parastina vê serkevtinê kir.

Malikî diyar kir, ku ev serkevtin bi qurbanîdana Heşda Şeibî, artêş, polîsê federal, hêzên esmanî, Pêşmerge, xortên eşîran, saziya Dije-Terorê, herwiha hemû welatiyan û hêzên siyasî hatiye bi destxistin û piştevanî û piştgirî kirine.

Nûrî Malikî aşkere kiriye, ku ev serkevtin dê bandoreke erênî li ser hemû welatan bike ku DAIŞ têde ye, bi taybetî Sûriye, Lubnan, Yemen, Misir û welatên din ên cîhanê.

Îro şemiyê 9ê Berfanbara 2017an piştî ku artêşa Iraqê û Heşda Şeibî sînorê navbera Iraq û Sûriyê bi temamî kontrol kirin, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Heyder Ebadî bidawîbûna şerê DAIŞê li Iraqê ragihand, lê di gotara xwe de bi ti awayî navê Pêşmerge neanî ziman, tevî ku Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de nêzîkî 1800 şehîd û zêdetirî 10 hezar birîndar dane.

Rudaw
Top