• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîrê Îsraîlê: Welatên Ewropayê durû ne

Gulan Media December 10, 2017 Nûçe
Serokwezîrê Îsraîlê: Welatên Ewropayê durû ne
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, welatên Ewropayê ji ber ku li dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a Orşelîm (Quds) wek paytexta Îsraîlê naskir derdikevin, helwesta wan weke durûtî pênase kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu beriya here Fransayê civîneke çapemeniyê saz kir û pirsên rojnamevanan bersivand.

Benyamîn Netanyahu rexne li ser helwesta Ewropayê ya derbarê Orşelîmê de girt û wiha got: “Piştî Serok Trump biryara dîrokî da, ji welatên Ewropayên gotinên rexneyî têne bihîstin, lê dema ku bi mûşekan êriş li dijî Îsraîlê dihat encamdan û li dijî me kiryarên xirab dihatin kirin me ti daxuyaniyên şermezariyê nebihîst.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Netanyahu anî ziman: “Ez vê durûtiyê qebûl nakim. Ezê di geşta xwe ya Ewropayê de bi awayekî serbilind rastiyên derbarê Îsraîlê de pêşkêşî mixabatan bikim.”

Di serdana Parîsê de Serokwezîrê Îsraîlê etanyahu di serdana xwe yê li Parisê de dê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin pêk bîne, li Brûkselê jî bi wezîrên karên derve yên Ewropayê re were cem hev.

Roja Çarşemê 06-12-2017, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara li ser, weke paytexta Îsraîlê nasîna Orşelîm îmze kiribû.

Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî roja Înê 08-12-2017, li ser daxwaza Fransa, Brîtanya, Îtalya, Siwêd, Misir, Senegal, Uruguay û Bolîviyayê, li ser mijara Orşelîmê civîneke awarte lidar xist.

Di civînê de piraniya welatan li dijî biryara Serokê Amerîkayê ya li ser, Urşelîmê, ku weke payxeta Îsraîlê nas kiribû, helwest nîşandan.

Rudaw
Top