• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamenterê kurd Arêz Ebdullah ji ber xatirê Pêşmerge neçû mêvaniya Ebadî

Gulan Media December 10, 2017 Nûçe
Parlamenterê kurd Arêz Ebdullah ji ber xatirê Pêşmerge neçû mêvaniya Ebadî
Endamekî kurd yê parlamentoya Iraqê dibêje, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî her gav behsa yekparçebûna Iraqê û bicîhanîna Destûrê dike lê di piratîkê de berovajî gotinên xwe dike.

Parlamenterê kurd û endamê firaksyona YNKê li parlamentoya Iraqê, Arêz Ebdullah li ser daxuyaniya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya li ser şerê DAIŞê, daxuyaniyek da.

Arêz Ebdullah di wê daxuyaniyê de, ku li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye, nerazîbûna xwe li hember wê daxuyaniyê aniye ziman û gotiye, na! Ebadî wiha nabe!

Ebdullah daye zanîn ku ofîsa Ebadî ew vexwandiye merasima pîrozbahiya serkeftina şerê DAIŞê lê dema wî dîtiye Ebadî di daxuyaniya xwe de behsa Pêşmerge û serkeftin û qehremaniyên Pêşmerge nekiriye, gelekî nîgeran bûye û biryar daye wê merasimê prostesto bike û tevlî merasimê nebe.

Wî parlamenterê kurd her wiha gotiye, Ebadî gelek caran behsa ye yekparçebûna Iraqê û bicîhanîna Destûrê dike lê di piratîkê de berovajî wê hereket dike. Ebadî mafê Pêşmerge nade û êrişa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li dijî Kerkûkê wek şerê DAIŞê pênase dike!

Basnews
Top