Hevpeymaniya li gel Rûsyayê vê Efrînê jî biparêze
Dîbo tekez kir ku qonaxa nû dê parastina herêma Efrînê misoger bike û heta dê tevahiya bakurê Sûriyeyê jî dabîn bike ku Idlib heta bi herêmê nêzîkî Deryaya Spî jî tê de ne.
YPGê roja yekşemê ragihandibû ku bi piştgiriya Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Rûsyayê tevahiya çoltera rojhilatî ya Dêra Zorê ji DIŞIê hat rizgarkirin.
Berdevka YPJê Nesrîn Ebdulahê ji Spûtnîkê re ragihand ku HSDê li rojhilatê Firatê odeyeke operasyonên hevbeş damezirandiye daku li rojhilatê Firatê kordînasyonê li gel Rûsyayê bike.
