2 hezar parêzer Demîrtaş diparêzin
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku roja 4ê Mijdara 2016an hatibû girtin îro li Enqerê yekemîn rûniştina doza li Dadgeha Cezaya Giran a 19emîn a Enqereyê dest pê dike.
Parlementerê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan li i cihê dadgehkirina Demîrtaş ji Rûdawê re ragihand, ku dadgehkirina Demîrtaş ne yasayî ye û ew siyasî ye û got, Tirkiye ji aliyê dadê ve hatiye hilweşandin û niha dadgeh weke amûrekê li dijî demokrasiyê tê bikaranîn.
Lezgîn Botan diyar kir ku dê zêdetirî 2 hezar parêzer dê berevaniyê Demîrtaş bike û bi dehan komîteyên welatên Ewropayê hatin cihê dadgehê û ji nêzîk ve proseya dadgehê dişopînin.
Peyamnerê Rûdawê yê Enqere Şevket Herkî jî ragihand ji bo parastina Demirtaş ji seranserê Tirkiyê Bakurê Kurdistanê hemareke zêde parêzer dê tevlî dozê dibin û herwiha bi hezaran xelk ji her deverê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine.
Çi bibû?
Piştî ku parêzbendiya parlamenterên HDPyê hat rakirin gelek parlamenterên HDPyê hatin desteserkirin û hinek ji wan bi marca kontrola edlî hatin berdab.
Di 4ê Mijdarê de, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, berdevkê HDPê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDPyê Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gûlser Yildirim, Ferhat Encû û Abdullah Zeydan hatin girtin.
Di 17ê sibata 2017ê de Ferhat Encû dîsa hat girtin
Di heman operasyonê de polîsan Ziya Pir, Sırrı Süreyya Önder, İmam Taşçıer, Hüda Kaya, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Lezgin Botan, Nadir Yıldırım desteser kiribû û bi şertê kontrola edlî serbest berdabû.
Rudaw
