Piştî 65 salan Serokkomarekî Tirkiyê serdana Yunanîstanê dike!
Recep Tayîp Erdogan piştî 65 salan, yekemîn Serokkomar e ku serdana Yunanîstanê dike û beriya serdana wî Asayîşa Yunanîstanê tevdîrên berfereh yên ewlekariyê wergirtine û hat zanîn 3 hezar polîs hatine erkdarkirin.
Di çarçoveya serdana xwe de Serokkomarê Tirkiyeyê ligel Serokwezîrê Yunanîstanê Alexix Çîpras bicive û radestkirina derbekerên 15ê Tîrmehê, pirsa Qibris, penaberan, pêwendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê dê werin gotûbêjkirin.
Rudaw
