• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlemetoya Kurdistanê: Tiştê ku li Xurmatoyê diqewime cenosayd e

Gulan Media December 7, 2017 Nûçe
Parlemetoya Kurdistanê: Tiştê ku li Xurmatoyê diqewime cenosayd e
Parlementoya Kurdistanê li ser binpêkirinên Heşda Şeibî û tinekirina Kurdan li Xurmatoyê civiya. Bi raport û belgeyan wêrakariyên ku bi destê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve li dijî Kurdan têne kirin, hate aşkerekirin.

Serokê Lijneya Mafên Mirovan a Parlementoya Kurdistanê Soran Umer di civîna roja çarşemê ya Parlementoya Kurdistanê de ragihand: “Di bûyerên 15 û 16ê Cotmehê yên Xurmatoyê de çavên kamerayên derve li ser navçeyê nebûn. Ev jî ji bo wê yekê bû ku tawanên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê neyên belgekirin. Lê belê baş e ku gelek wêneyên tawanên wan hatine kişandin.”

Piraniya parlementeran di civînê de axivîn û diyar kirin, ku divê civaka navdewletî dengê xwe derxe û tiştên ku li Xurmatoyê diqewimin bidin rawestandin.

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand: “Tiştên ku li Xurmatoyê hatin kirin û têne kirin cenosayd e, tawaneke gelek mezin e û nabe bi vî awayî bidawî bibe. Divê em lidûvçûneke zêdetir bikin. Ev cihê kêfxweşiyê ye ku hemû xelkê Kurdistanê li ser bûyeran hevxem in.”

Herwiha konsulên welatên cîhanê û dîplomatên biyanî jî ji bo dîtina wêneyên teqandina xaniyên Kurdan ên li Xurmatoyê, bo parlementoyê hatibûn vexwendin.

Konsulê Japon ê li Herêma Kurdistanê Katsomi Muryaso ji Rûdawê re aşkere kir: “Em ji vê rastiya ku ji Xurmatoyê tê veguhestin, fêm dikin. Revandina xelkê, kuştin û derkirin, hemû van tiştan em matmayî kirin. Em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku bi giringî li bûyeran û rewşa Xurmatoyê binêrin û rastiyan bibînin.”

Parlementoya Kurdistanê dixwaze bêhtir li ser Xurmatoyê were axavtin. Çar lijneyên parlementoyê bi amadekirina raportan mijûl in û hefteyên dahatû ew raport dê radestî parlementoyê bikin.

Rudaw
Top