• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şanda mekteb siyasiya partiya sosiyalîst civiya

Gulan Media December 6, 2017 Nûçe
Serok Barzanî li gel şanda mekteb siyasiya partiya sosiyalîst civiya
Di civînê de rola partiya sosiyalîst di referandum û proseyên nîştimanî de girîng hate nirxandin.

Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya şandeke mekteb siyasiya partiya sosiyalîsta Kurdistanê kir.

Di civînê de Serok Barzanî spasiya helwestên partiya sosiyalîst û alîgirên vê partiyê bo piştgîrî kirina referandumê de kir û herwiha rola partiya han di prosesên nîştimanî de bi roleke girîng wesif kir û di gotarek de bi awayekî berfire behsa qonaxa piştî referandumê û bûyerên 16 Cotmehê û helwestên Bexda û civaka cîhanî kir.

Şanda mekteb siyasiya partiya sosiyalîst jî tekez li ser helwestên xwe ya li hember referandum û prosesên nîştimanî kir û nêrînên xwe yên derbarê kêşe û metirsiyên li berdem gelê Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa jiyana xelkê û tedbîrên ku bo derbas kirina vê qonaxê lazime werin stendin hate kirin û tekez li ser yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin.

Top