• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî û Kobîş têkeliyên Hewlêr û Bexdayê dinirxînin

Gulan Media December 6, 2017 Nûçe
Barzanî û Kobîş têkeliyên Hewlêr û Bexdayê dinirxînin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandiyê taybetiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê, di civînekê de tekîd li ser destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û çaresekirina tevaya pirsgirêkan li gor destûra Îraqê, kir.

Nîçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanî, roja 05.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Yan Kobîş şandiyê taybetiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, her du aliyan pêşhatên dawiyê yên herêmî, Kurdistan û Îraqê û têkeliyên navbera Hewelêr û Bexdayê gotûbêj kir û, di vê çarçoveyê de, serokwezîr rola Neteweyên Yekgirtî di pêkanîna atmosferek minasib ji bona destpêkirina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê bi roleke bi bandor wesif kir

Rudaw
Top