• Thursday, 19 February 2026
logo

Eşwaq Caf: Îhtimal heye hilbijartinên Iraqê salekî bên paşxistin

Gulan Media December 5, 2017 Nûçe
Eşwaq Caf: Îhtimal heye hilbijartinên Iraqê salekî bên paşxistin
Endameka kurd ya parlamentoya Iraqê dibêje, îhtimal heye hilbijartinên Iraqê salekî were paşxistin.

Parlamentera kurd û endama firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf ji BasNewsê re got, şîe naxwazin hilbijartin bên kirin ji ber wê jî daxwaz hilbijartin bên paşxistin.

Eşwaq Caf her wiha got, hêceta şîeyan bo paşxistina hilbijartin ew e ku ew sunniyên ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne divê vegerin ser mal û warên xwe. Ez îhtimal didim ku hilbijartinên Iraqê salekî bên paşxistin.

Hilbijartinên Iraqê meha Gulana sala 2018 tên kirin.

Basnews
Top