YPGê kontrolkirina rojhilatê Dêre Zorê ragihand
Fermandariya Giştî ya (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand, bi hevkariya eşîreyên Ereb û destekdayîna ji Rûsya û Koalîsyona Navnetewî herêma rojhilatê Dêra Zorê bi temamî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.
Peyvdarê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir, ew amade ne bi van hevalbendên xwe re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.
Li Taxa El-Salihiyê ya bajarê Dêra Zorê, Cîgirê Fermandarê Barageha Rûsya ya Himêmîm Generalê Rûs Alex Kim, Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd, Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Xesan El-Yûsif civiyan.
K24
