• Thursday, 19 February 2026
logo

Alîkariyên Brîtanyayê dikevin destê grûpên tundrew

Gulan Media December 4, 2017 Nûçe
Alîkariyên Brîtanyayê dikevin destê grûpên tundrew
Brîtanya bernameya alîkariyên nehînî ya ji bo Sûriyê radiwestîne, bi hinceta ku ew alîkarî dikevin destê grûpên tundrew.

Li gor bernameya “Panorama” ya kenala “BBC” a Brîtanî, Wezareta Derve ya Brîtaniyayê bernameya amadekirina polîsa sivîl li Sûriyê ya ku nerxê wê bi milyonan Pound Sterling e rawestand

Heman jêderê da zanîn, ku hin ji wan pareyên ji bo wê bernamê digihin destê grûpên tundrew li Sûriyê.

Li gor hin belgeyên ku hatine aşkerekirin, pereyên wê bernemayê yên ji bo kirîna pêwîstiyên ewlehiyê, kamîre û cilên polîsan hatine terxankirin, ji aliyê karmendê ku bi wê bernameyê hatiye erkdarkirin hetine birin.

Li gor bernameya “Panorama” amaje kiriye, dê di bernameyeke din de diyar bike, çawa efserên Sûriyê neçar bûne pereyan bidin grûpeke ser bi Cebhet El-Nusra ve.

Di dawî sala 2014an bernameya alîkariya nehînî ji aliyê Brîtanya û hin welatên din bi armanca damezrandin û rahênankirina polîsên sivîl li parêzgeha Heleb û Idlibê dest pê kiribû.

K24
Top