• Thursday, 19 February 2026
logo

Kerkûk – Xwendekarên kurd yên zanîngeha Kerkûkê ji ber Heşda Şeibî xwendinê baykot dikin

Gulan Media December 4, 2017 Nûçe
Kerkûk – Xwendekarên kurd yên zanîngeha Kerkûkê ji ber Heşda Şeibî xwendinê baykot dikin
Xwendekar û şagirdên kurd yên zanîngeha Kerkûkê ji ber Heşda Şeibî xwendinê baykot dikin.

Heşda Şeibî, ku bi alîkariya beşek ji rayedarên YNKê bajarê Kerkûkê dagîr kiriye, dixwaze îro bi helkefta dagîrkirina Kerkûkê şahiyekê li zanîngeha Kerkûkê li dar bixe.

Li gorî agahiyên BasNewsê, şagird û xwendekarên kurd gelekî ji vê yekê hêrs bûne ji ber wê jî xwendin baykot kirine û ji zanîgehê derketine.

Tê gotin ku gelek çekdarên Heşda Şeibî li nav hewşa zanîngehê de kom bûne.

Çend roj berê jî komek xwendekarên ereb û turkmen li zanîngeha Kerkûkê şahiyek li dar xistibûn û alaya Iraqê hildabûn. Xwendekarekî kurd alaya Iraqê ji destê wan standibû û xistibû bin piyê xwe.

Basnews
Top