Serokdewletê berê yê Yemenê hate kuştin!
Ev 3 roj in li Sen’a ya paytexta Yemenê, di navbera çekdarên Husî û alîgirên serokomarê berê Elî Ebdullah Salih de şereke tund heye.
Çekdarên Husî îro 04-12-2017, mala Elî Ebdullah Salih teqandin û herwiha ew kuştin.
Husî û alîgirên Elî Ebdullah Salih ev 3 sal in, bi tevê milmilane û nakokiyên nihênî, ji ber berjewendiyên hevbeş, paytext Sen’ayê bi hevre kontrol dikin. Lê di demeke nêzîk de ev berjewendî têk çûn.
Hêzên Elî Ebdullah Salih li başûrê Sen’ayê belav bûne lê beşa bakûr hê jî di bin kontrola Husiyan de ye û ber bi naverastê bajar ve diçin.
Çavdêrên Yemenê dibêjin, pirsgirêk her diçe kûrtir dibin û ji çareseriyê dûr dibin. Hemwelatî jî ji wê yekê ditirsin, ku pevçûn gur bibin û bipekin herêmên din.
Rudaw
