2 polîsên Kurd hatine şehîdkirin
Li gundê Xerre ya di navbera Xurmato û Kîfriyê de 2 polîsên Kurd hatine şehîd kirin. Yek ji wan polîsan xelkê Kifrî û yê din jî ji Cebareyê ye.
Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê ragihand, malbatên polîsan niha hewl didin termên wan werbigrin.
Peyamnêrê me got: “Hinek dengûbehs dibêjin, ku bi destê Heşda Şeibî hatine şehîdkirin. Lê hinek kes jî dibêjin, ew grûba çekdar a nenas polîs şehîd kirine. Herwiha tê gotin, ku beriya demekê hêzên ewelkariya Kurdistanê 2 çekdarên vê grûba nenas girtine. Wan jî ji bo tolhildanê polîsên Kurd girtine û ew kuştine.”
Peyamnêrê me da zanîn, ku xelkê gundê Xerre dibêjin polîsên Kurd ji aliyê grûba çekdar a nenaskirî ve hatine şehîdkirin, ku piştî 16ê Cotmehê li herêmê peyda bûne.
Rudaw
