• Thursday, 19 February 2026
logo

Heval Ebû Bekir wek parêzgarê nû yê Silêmaniyê dest bikar kir

Gulan Media December 3, 2017 Nûçe
Heval Ebû Bekir wek parêzgarê nû yê Silêmaniyê dest bikar kir
Îro wezareta navxwe fermana dest bikarbûna Heval Ebûbekir wek parêzgarê nû yê Silêmaniyê derxist.

Di nivîsa wezareta navxwe de ku wêneyekî wê gihiştiye Kurdistan24ê hatiye: "Amaje bi nivîsa hikûmeta Herêma Kurdistanê / Serokwezîr ya hejmar (5155) di 28/11/2017an de, û piştî nivîsa me ya hejmar (1930 di 7/11/2017an de û palpiştî bi maddeya 6an ya movika sêyem û maddeya 18an ya movika yekem ji yasaya parêzgehên Herêma Kurdistanê ya hejmar (2) ya sala 2009an û biryara civîna encûmena parêzgeha Silêmaniyê ya hejmar (11)ya sala 2016an. Biryar hat dayin bi damezrandina (Heval Ebûbekir Hisên Mihemed) bi pileya (Birîkarê wezaretê) li ser mîlaka wezareta me bi mûçe ku hêjayî vî postî ye ji roja derçûna vê fermanê ve di 28/11/2017an de".

Heval Ebûbekir, karîbû di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de, sala 2014an, piraniya dengên parêzgeha Silêmaniyê bi dest bîne û kandîdê Tevgera Goran bû ji bo postê parêzgarê Silêmaniyê.

Di 28/11/2017an de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara damezrandina Heval Ebûbekir da wek parêzgarê Silêmaniyê.

K24
Top