Zalmay Xelîlzad: Fransa piştevaniya Kurdistaneka bihêz dike
Dîplomatê amerîkî û balyozê berê yê Iraqê Zalmay Xelîlzad li ser rûpela xwe ya Twitterê behsa vexwendina şanda Kurdistanê bo Parîsê kiriye û ew serdan weke "pêngaveke giring" bi nav kiriye.
Zalmay Xealîlzad di peyama xwe de gotiye: "Fransa bi vexwendina Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Koşka Elyseeyê, pêşengiya xwe ya piştgirîdana Kurdistaneka bihêz îsbat kir. Ev pêngaveke giring e û dibe ku ji bo danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê hêsankariyê bike."
Duhî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û bi wan re li ser çawaniya çareserkirina kirîza navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir.
Basnews
