Nûnerekî mesîhiyên Kurdistanê: Heşda Şeibî zilmê li mesîhiyan dike
Endamê mesîhî yê encumena Duhokê Lînos Udîşo ji BasNewsê re got, piraniya mesîhiyên Iraqê li deşta Neynewa dijîn. Beşek mezin ji deşta Neynewa niha ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye dagîrkirin. Rewşa mesîhiyan li wê deverê gelekî xirab e ji ber ku milîsên Heşda Şeibî zilm û zorê li wan dikin.
Lînos Udîşo her wiha got, rewşa mesîhiyên bajarokê Tilkêfê gelekî xirab e. Gelek ji wan koçber bûne û nikarin vegerin bajarê xwe. Yên ku li bajêr jî mane rastî zilm û zordariya Heşda Şeibî tên.
Wî endamê mesîhî yê encumena Duhokê da zanîn ku mesîhiyan bi rêya qeşe û dêrên xwe, rewşa xwe ji NY û dezgehên navdewletî re gotine û daxwaza alîkariyê ji wan kirine.
Basnews
