Hikûmeta Iraq behsa dayina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistan dike
Seed Hedîsî zelal kir ku komîteyên teknîkî karên hûrbîniyê dikin û armanca wê yekê dayina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ye, wek hemû parêzgehên din yên Iraqê.
Hedîsî got: Pirsa şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye girêdan bi pejrandina budceya îsal û çarekirina pirsgirêkên zeviyên petrolê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Tekez jî kir di demên bê de, tevahiya arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de wê bên çarekirin.
Daxuyaniyên Hedîsî di demekê de ne, ku ji sala 2014an ve hikûmeta Iraqê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê birrî ye û budceyê Herêma Kurdistan jî naşîne. Tevî ku gellek caran behsa dayina mûçeyên fermanberan kiriye, lê bi piraktîkî ew daxuyanî nehatine bicîkirin. Ew jî di demekê de, ku gellek caran hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye "Heger Bexda bûdce û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bi temamî bişîne, Hewlêr amade ye dahata petrolê radestî Bexdayê bike".
K24
