Demirtaş bo HDP: Biryara liser min zelal bikin
Di nameya xwe de Demirtaş nivîsandiye ku: “Girêdayî min rewşê zelal bikin. Di biryara xwe de jî qet dûdil nebin.”. Ligor zanyariyên ji nav HDP, daxwaz heye ku, Demirtaş carek din wekî Hevserok bimîne.
Di Destûra HDP de Hevserok dikare bo du caran bê hilbijartin, Demirtaş ev 8 salan e ango du deman e hevserokiya HDP kiriye. Ger HDP bixwaze carek din Demirtaş wekî Hevserok bimîne, dive di Destûrê de guherandin pêk were.
K24
