Li Îranê 3 erdhejên bi hêz
Ajansa Jeolojî ya Amerîkayê ragihand, 3 erhej vê sibê 01-12-2017, li nêzîkî bajarê Kirmanê pêk hatine. Ya yekemîn bi hêza 6 pileyên rîxterê bûye û yên din jî 5.1 û 5 pileyên rîxterê bûne.
Berpirsê beşa rûbirûbûna qeyrana li Kirmanê, ji medyaya fermî ya Îranê re ragihand, ku heta niha ti kesan canê xwe ji dest nedaye lê ziyan gihiştiye hinek gundên herêmê.
Hêjayê gotinê ye, ku roja 12ê Mijdara 2017ê, li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 7.3 pileyên rîxterê çêbû û li gorî amarên fermî di encamê de zêdetirî 500 kesan canê xwe ji dest dan.
Rudaw
