• Thursday, 19 February 2026
logo

Turkimenên Kerkûkê 4 daxwazan pêşkêşî serok Barzanî dikin

Gulan Media November 30, 2017 Nûçe
Turkimenên Kerkûkê 4 daxwazan pêşkêşî serok Barzanî dikin
Biryare di heftiya bê de serok Barzanî li gelpêkhateya turkmen li Kurdistanê bicive û nûnerê turkimenên Kerkûkê beşdarî civînê dibin.

Seroka partiya Pêşkewtû ya turkiman Mûna Qehwecî ji BasNewsê re ragehand ku, di civînê de 4 daxwaz têne kirin, ew jî hilbijartin di dema xwe de birêve biçin, her hizbeke siyasî ya Kurdistanê were nav hikumetê dive beşdarî kar bibe ne pêiyek li nava hikumetê be û piyek li derveyî hikumetê, herwiha nabe ti hizib destkariyê di yasaya pêkhateyan de bike.

Herwiha got jî ku, daxwazeke din jî ew ku, qebulnakin ti hizbek li Kurdistanê listen kartonî çêbikin û weke nûnerên pêkhateyan li parlamentoyê werin binavkirin.

Basnews
Top