Li ser bûdçeya Herêma Kurdistanê zanyariyên herî dawîn
Projeyasaya bûdceya federalî ya sala 2018an hatiye parlamentoya Iraqê û pişkla Herêma Kurdistanê têde nehate zêdekirin û her weke berî niha diyarkirî %12.67 maye.
Endamê Komîteya Darayî li Parlamentoya Iraqê Macîde Timîmî di daxuyaniyekê de ragihand, ku reşnivîsa projeyasaya bûdceya federalî ya sala 2018an a Iraqê gihişte parlamentoyê û biryar e roja şemiyê 02.12.2017ê di civîna derasayî ya parlamentoyê de xwendina yekem ji bo wê pirojeyê were kirin.
Macîde Timîmî herwiha eşkere kir, ku li gor wê reşnivîsê, pişka Herêma Kurdistanê di budceya sala 2018an de %12.67 e û divê hikumeta Iraqê %3.8 mûçeya fermanberan bide û nirxê her bermîleke petrolê jî bi 46 dolaran hatiye destnîşankirin.
Ev di demekê de ku Herêma Kurdistanê di dema derbasbûyî de dilgiraniya xwe li hemberî kêmkirina pişka xwe ji bûdceya federalî ya Iraqê nîşan dabû ku salên derbasbûyî %17 bû û îsal bo %12.67 hatiye kêmkirin.
Kêmkirina muçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê
Endamê Komîsyona Darayî li Paralemtoya Iraqê Mesûd Heyder diyar kir ku di projeyasaya bûdçeyê de ji muçeyên fermanberan 2 trilyon dînar (derdora milyarek û 633 milyon dolar) hatiye qutkirin.
Parlamenterê Kurd Mesûd Heyder wiha got: “Di yekem rêşnivîsa bûdçeya 201ê ya Iraqê de 108 trilyon dînar dihat pêşbînîkirin lê dema ku beriya ji parlamentoya re bê şandin daxistin 105 trilyonan. Li Wezareta Darayî ya Iraqê li gorî bûdçeya 2017ê navê 628 hezar fermanberên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û ligel wan ji bo mûçeyên komellayetî jî 5 trilyon û 956 milyar dînar hatibû terxankirin. Lê ji bo heman hejmarê di bûdçeya 2018ê de nêzîkî 4 trilyon dînar hatiye qutkirin.
Rudaw
