Sirîlanka konsulxaneya fexrî li Hewlêrê vedike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 29.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mîranca Asoka balyozê Sirîlankayê li Îraqê û Ehmed Celaledîn konsulê fexriyê wî welatî li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wanre kir.
Balyozê Sirîlankayê ji bo wê hevkarî û pşigiriya bi wan re hatiye kirin di dema vekirina konsulxaneya fexrî ya welatê wî li Hewlêrê, sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku di paşerojê de ew bibe konsulxaneya giştî û berheviya xwe jî ji bona xuertkirin û berfirehkirina têkeliyên bi Hewlêrê re, bi taybetê di warê aborî de, nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serokwezîrê Sirîlankayê kir ku ji bo wê nircandina wî ji Herêma Kurdistanê re kirî û pîrozbahî li balyozê Sirîlanka li Îraqê û konsulê fexriyê wî welatî li Herêma Kurdistanê kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî hevkariyê bi konsulxaneya fexrî ya Sirîlankayê dike û hêvî xwest ku di paşerojeke nêzîk de bibe konsulxaneya giştî.
Serokwezîr got ku herêma Kurdistanê di xwaze di hemû warên cuda de û bi taybetî di warê aborî de di navbera Herêma Kurdistan û Sirîlankayê têkeliyên xurt hebin.
