• Thursday, 19 February 2026
logo

“Hizbullaha Lubnanê bi fermana Qasim Silêmanî li Iraqê ye”

Gulan Media November 30, 2017 Nûçe
“Hizbullaha Lubnanê bi fermana Qasim Silêmanî li Iraqê ye”
Hate zanîn li ser fermaneke fermandeyê Feyleqa Qudsê ya a Supaya Pasdaran û Qasim Silêmanî fermandariya wê dike bi hevrêziyê li gel serkirdatiya Heşda Şeibî, Hizbullaha Lubnanê li Iraqê bi cîh dikin û ti carî ji Iraqê venakişe.

Ligor K24ê çend jêderên emnî yên Iraqî ragihandine, Hizbullaha Lubnanî xwediya pêgeheke taybet e û piştî rûbrûbûna wê li gel DAIŞê, şarezayên wê hizbê ji bo lêgerînê li pey şaneyên raketî yên DAIŞê, ew ji Iraqê venakişin. Herwiha wan jêderan ji malpera Bexdad News re eşkere kirine, hêzên Hizbullaha Lubnanî, di çarçoveya karkirin li gel Heşda Şeibî, li jêr navnîşana, lêdana teror û tundrewan derbasî nav Iraqê bûne û wê li nav Iraqê bimînin.

Herweha wan jêderan zelal kirine, mayîna hêzên Hizbullaha Lubnanî û şarezayên wê yên serbazî, li ser fermana Qasim Silêmanî bûye, lewra ew hêz ti carî ji Iraqê dernakevin.

Hizbullaha Lubnanî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve dihête piştevanî kirin beşdarî di gelek bûyerên terorî de kirine. Welatên Kendavê Hizbûllaha Lubnanê xistine nava lîsteya terorê.

Basnews
Top