Li Xurmatoyê komeke çekdar êrişî Heşda Şeibî kir
Qayimeqamê Xurmatoyê Şelal Ebdul ji Rûdawê re ragihand: “Îro piştî nîvro 29ê Mijdara 2017an hêzên Heşda Şeibî li bilindahiyên Kormorê nêzîk bûne, lê ji aliyê çend kesên nediyar ve êriş li wan hatiye kirin.”
Şelal Ebdul herwiha diyar kir: “Şer li nêzîkî gundê Qelxanû yê ser bi navçeya Xurmato qewimiye, dibe ku hêzên Heşda Şeibî ji bo bîrên petrolê yên Kormorê hatibin, lê ji ber teqeyên wan kesên nenas, paşve vekişiyan.”
Navçeya Xurmatoyê ser bi parêzgeha Selahedîn e û nêzîkî 100 kîlometre ji navenda parêzgehê dûr e. Tevî bajarok û gundên navçeyê, rêjeya niştecihên Xurmatoyê nêzîkî 220 hezar kes e. Li navçeyê %55 Kurd, %15 Ereb û %30 jî Tirkmen hene.
Di 16ê Cotmehê de ji ber hatina Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bo Xurmatoyê, niştecihên Kurd ên Xurmatoyê ku nêzîkî 8 hezar malbat in, aware bûn û hêj venegeriyane cih û warên xwe. Li gor raporta medyayî ya Rûdawê li wê navçeyê, çekdarên Heşda Şeibî li dijî Kurdan gelek tawan kirine, bi dehan malên Kurdan, piştî talankirin û şewitandinê, teqandine.
Rudaw
