Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim rewşa bi naheq sepandî bi dawî were
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta jidayikbûna Peyxemberê îslamê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Bi minasebeta jidayikbûna Peyxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa( silav û dirûdên xwedê li ser vî bin) pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvî dikim ev minasebeta han ya pîroz handereke din be bo bihêztir kirin û çespandina rihê biratî, xweşewîstî û bihevre jiyana aştiyane di navbera tevahiya mezheb, ol û neteweyên cuda cuda. Herwiha hêvî dikim bibe sedema bidest anîna aştî, yekîtî û jinav birina tundûtîjî û pêşî girtin ji bikar anîna ol bo mebest û armancên dûr ji peyama rastîn ya ola pîroza îslamê yaku peyama xweşewîstî û yekîtiya navbera însanaye.
Her bi vê minasebeta han hêvî dikim ew rewşa ku bi naheq bi ser Kurdistanê de ku tenê jiber ku daxwaza yeksanî û dabîn kirina mafên xwe dike hatiye sepandin, bidawî were, gel û welatê me bigehêje armancên xwe, bi aramî û bextewerî bijî.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
29.11.2017
