Amerîka dê li ser piştgirîya Kurdên rojava berdewam be
Êrîk Pahon peyivdarê pintagonê îro ragihand; Amerîka ji bo demekê kem alîkarî ji hevalbendên xwe yên Kurd li Sûrîyê ragirtibûn ragirtina wan ji bo dubare pêdaçûnê di çewanîya veguhastina çekan da û herwesa diyarkirina pêwîstîyên şerrî bû û li gorî pêwîstîyan dê piştevanî hebe .
Ji alîyê xwe ve Sara Sanderz peyivdara kuçka spî ragihand: Alîkaryên leşkerî ji bo YPGê û HSDê dê li gorî qonaxa niha be ku astê dijwarîya şerê dijî DAIŞê kemtir bûye û ger piştevanîya leşkerî bê ragirtin jî ramana wê ew nîne ku hemî piştevanî û alîkarî ji bo wan hêzan bê ragirtin.
