Ebdulbasît Seyda: Kurd ji neçarî berê xwe didin serxwebûnê
Li bajarê Doha, paytexta Qeterê derbarê pirsa kurdî Rojhilata Navîn panelek hat birêvebirin û Serokê Berê yê Encûmena Nîştimanî ya Sûriyê Ebdulbasit Seyda ku beriya niha aliyê opozîsyona Sûriyê bû, di wê panelê de bal kişand ser daxwaza serxwebûnê ya kurdan. Seyda di axaftina xwe de got, "Bi baweriya min ji ber ku projeyeke nîştimanî ya dewletên li herêmê tune ye, kurd ji neçarî berê xwe didin serxwebûnê. Tevahiya dewletên Rojhilata Navîn, bi taybetî dewletên wekî Sûriye, Iraq, Tirkiye, Misir û Libnanê pirnetewe, pirol û pirmezhebî ne û ji bo vê yekê divê projeyeke nîştimanî hebe, da ku li gorî dilê her kesan be û taybetmendî û mafên wan biparêze."
Herwiha Ebdulbasit Seyda anî ziman ku gava ev dewlet projeya neteweyî bi cih dikin, tenê reng û şêweyekî li ser wan civakan ferz dikin û got, “Dema ku Partiya Beas hat ser Sûriyê, bi darê zorê xwest her kesî bike Ereb. Em dibînin ku heta niha ev bîr û baweriya Beasê li Iraqê jî maye."
Basnews
