• Thursday, 19 February 2026
logo

Karayilan: Tirkiye êrîşî Efrînê bike, şer li Rojhilata Navîn belav dibe

Gulan Media November 27, 2017 Nûçe
Karayilan: Tirkiye êrîşî Efrînê bike, şer li Rojhilata Navîn belav dibe
Kurdistan
Karayilan: Tirkiye êrîşî Efrînê bike, şer li Rojhilata Navîn belav dibe
Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr | 21 xulekên bûrî Share share
Karayilan: Tirkiye êrîşî Efrînê bike, şer li Rojhilata Navîn belav dibe
A+AA-
K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ragihand, Tirkiye êrîşekê li dijî Efrînê bike, dê şerek li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bibe.

Karayilan got, "Mêtingeriya Tirk bi nêrîneke neteweperestî û şovenîst dijminatiyê li gelê Kurd dike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li başûr, rojava û rojhilat jî dijminatiyê dike. Dixwaze siyaseta xwe ya qirkirinê li Kurdistanê bidomîne.”

Karayilan derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Efrînê de got: “projeyên Tirkiyê yên li dijî Efrînê wê rê li ber şerekî demdirêj veke. Şerê Efrînê wê tenê li Efrînê nemîne, wê li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bibe.”

Herwiha got: “Tirk dixwaze Rûsya û Îranê ji xwe re bike hevpar. Rêveberên van welatên navbûrî divê rastiya vê mêtingeriyê baş fêhm bikin. Mêtingeriya Tirk bi rengekî vekirî dijminatiya xwe ya li gelê Kurd li qada navneteweyî tîne ziman.”

K24
Top