Çavûşoglu: Divê Amerîka bizane ku Tirkiye ne Tirkiya berê ye
Mevlût Çavûşoglu îro li bajarê Antalya yê Tirkiyê li ser pêwendiyên Tirkiye û Amerîka û Yekitiya Ewropayê axivî.
Çavûşoglu got, Amerîka heta niha nizane çawa bi Tirkiyê re bide û bistîne, divê Amerîka bizanibe ku êdî Tirkiye ne Tirkiya berê ye û divê fêr bibe çawa bi Tirkiyê re rabe û rûnê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê behsa hewlên Tirkiyê yên endamtiya Yekitiya Ewropa jî kir û got, di rastiyê de Yekitiya Ewropa bo wê hatiye avakirin da ku pêşiya pêşketina Tirkiyê bê girtin ji ber wê jî nahêlin Tirkiye bibe endamê wê, çimkî eger Tirkiye bibe endam hevsengiya Almanya û Fransa namîne.
Li ser rewşa Sûriyê jî Çavûşoglu got, bêyî Tirkiyê arîşeyên Sûriyê nayên çareserkirin, jixwe Tirkiyê nîşanî dost û dijminên xwe jî da ku kes nikare bêyî Tirkiyê gavekî jî bavêje.
Basnews
