• Thursday, 19 February 2026
logo

Pasdarên Îranê gefan li Ewropayê dike

Gulan Media November 26, 2017 Nûçe
Pasdarên Îranê gefan li Ewropayê dike
Cêgirê fermandeyê hêzên pasdarên Îranê gef li ewropa kirin û ragihand: Ger Ewropa gefan li Tehranê bike ew dê mewda avêtina moşekên xwe ji 2000 kîlometran zêdebiken da ku bigehin kêşwerê Ewropa.
Cenerall Hsên Selamî da zanîn jî: Ta niha wan hest bi gefên Ewropa nekirîye, lê ger Ewropa dest bi gefan kir, ew dê bê du dilî mewda avêtina moşekên xwe zêde biken.
Gefên pasdarên Îranê di demekê da ne ku berî niha Îmanwêl Makron û Donald Trump serokên Firensa û Amerîka di peywendîyeka telefonî da li ser rêkarên tund dijî pirogramê etomî yê Îranê rêkketîne.

Waar.tv
Top