Koçberên Xurmatûyê daxwaza mafên xwe dikin
Di yadeştan de koçberên Xurmatûyê daxwaza dikin, aliyên pêwendîdar hewl bidin da ku ew di zûtirîn dem de vegerin ser mal û mikên xwe li Xurmatûyê û daxwaz dikin komîteke ji bo pêdaçûna bi pirsgirêkên wî bajarî pêk bê.
Herwiha koçberên Xurmatûyê daxwaz dikin jî, hêzeke bêalî ji bo parastina ewlehiya bajêr û tevahiya welatiyan bê cudahî bê Xurmatûyê.
Wek di diruşmên wan de hatiye, koçberên Xurmatûyê şermezariya wê aliyê ku xiyanetî li wan kirine, dikin û giliyê jî li bêdengiya aliyên pêwendîdar ên Iraq û Herêma Kurdistanê derbarê dagîrkirin û talankirina bajêr ji aliyê Heşda Şeibî ve dikin.
K24
