• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamenterê Kurd: Ji ber Katelonyayê piştgirî nedane Kurdistanê

Gulan Media November 26, 2017 Nûçe
Parlamenterê Kurd: Ji ber Katelonyayê piştgirî nedane Kurdistanê
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Mûsenna Emîn dibêje, di nava raya giştî ya navdewletî de kesên xwedan biryar, hevsoz û hevbiryarên Kurdan nînin. Herwiha dide xuyakirin, ku divê Kurd ji berjewendiyên welatên cîran fêm bike û dostaniya wan kêm û biçûk nebîne.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Mûsenna Emîn di dema beşdarbûna bernameya “Rûdawa Îro” ya radyo-televîzyona Rûdawê bû û derbarê nêrîna Tirkiye û raya giştî ya navdewletî ya li hember pirsa Kurd axivî.

Mûsenna Emîn got: “Li gorî encamên îro, eşkere dibe ku di nava raya giştî ya navdewletî û heta ya Amerîka û Ewropayê de kesên xwedan biryar, ne hevsoz û hevbiryarên kurdan in. Hinek hevsoz hebin jî ne hevbiryar in.”

Parlamenterê Yekgirtûya Îslamî da xuyakirin, ku raya giştî ya navdewletî ji hilweşandina Iraqê ditirse û di wê baweriyê de ye, ku eger ev dewlet hilweşe dê bandoreke nerênî li herêmê û cîhanê bike.

Emîn diyar kir, ku helwesta welatên Ewropayê ya li hember serxwebûna Katelonyayê bi pirsa kurd ve girêdayî ye û got: “Raya giştî ya Ewropayê di pirsa serxwebûna Katelonyayê de du helwest nebû. Eger piştgirî bidana serxwebûna Kurdistanê divêya piştgirî bidin serxwebûna Katelonyayê jî.”

Derbarê nirxandina rewşa piştî referandûmê jî Mûsenna Emîn destnîşan kir: “Divê Kurd ji serî ve hesabên xwe sererast bike, têgihiştina xwe ya li ser rewşa siyasî ya herêmî û navdewletî kûrtir bike, nav mala xwe birê bixe, bibe xwediyê yek rey û yek bergeh.”

Musenna Emîn pêwîs dizane; "Kurd berjewendiyênd ewletên cîran li ber çav bigrin, dostaniya wan kêm û biçûk nebinîn. Çimkî ew dewlet dikarin ziyanên mezin bigihînin Kurdan û xizmeteke mezin jî bikin.”

Rudaw
Top