• Thursday, 19 February 2026
logo

Çekdarên nenaskirî li navçeyên di navbera Kerkûk û Diyale de digerin

Gulan Media November 26, 2017 Nûçe
Çekdarên nenaskirî li navçeyên di navbera Kerkûk û Diyale de digerin
Derketina hejmareke mezin ji çekdarên ku nenaskirî ne ser bi çi aliyekî ve ne, li navçeyên Kerkûk, Diyala û Zenge, metirsiyeke din peyda kiriye.

Metirsî heye tundûtûjî vegere Kerkûka bi petrolê dewlemend, piştî ku hêzên Iraqî û mîlîşyayên Heşda Şeibî roja 16 Cotmehê û piştî rêkeftineke jêrbijêr ligel hejmarek ji serkirdeyên YNKê dest danîn ser wî bajarî, ku çendîn sal in hêza Pêşmerge aramî lê peyda kiribû.

Jêderên ewlehiyê amaje bi wê didin, bi sedan çekdarên nenaskirî li wan navçeyan tev digerin bi taybet tevgera wan li girên bakurê Selahedînê û rojhilata parêzgeha Kerkûkê hene, ku li wan navçeyan hebûna hêzên ewlehiyê yên Iraqê nîn e û ew çekdar bi asanî çûnûhatinê dikin.

Jêder dibêjin, karwanên bi sedan çekdaran li wan navçeyan tên dîtin, lê ew çekdar rûbirûyî xelkê gundan nabin û siyaseta wan jî amaje bi wê dide, ku ew dixwazin ji bo demên dirêj bimînin.

Şarezayên ewlehiyê di wê baweriyê de ne, ew çekdarên DAIŞê ne, dema hêzên Iraqî di dawiya meha Îlona bûrî de navçeyên wan li rojavayê Kerkûkê kontrol kirin, lê wan karîn derbasî wan navçeyên rojhilatê bajêr bibin.

Jêderên hewalgîriya Iraqê ji medyayên Erebî re gotine, serkirdeyên diyar ên DAIŞê û hejmareke mezin ji çekdarên wê rêxistinê berî kontrolkirina Hewîce, di navbera Hewîce û Mûsilê de tevgera hatûçûna wan hebû, lê di pişt re berên xwe dan zincîreya çiyayê Hemrînê ya di navbera Kerkûk û Diyala de.

Ji sala 2004an ve ew navçe bi pêgeha grûpên tundrew naskirî bû û ji wê navçeyê hevahengî dikirin û bi sedan êrîşên teroristî li ser navçeyên Iraqê encam didan. Çekdarên DAIŞê jî çiya û girên wê navçeyê ji bo veşartinê bikar tanîn.

Şareza dibêjin, firokeyên şer ên Iraq û Amerîka ji salên bûrî ve bi hezaran car ew pêgeh bombebaran kirin, lê ne diyar e wê bombebaranê bandor li ser tundrewan kiribe.

Didin zanîn jî, gelekî zehmet e hêzên Iraqî û Amerîkî bigihin kûrahiya wan çiya û giran, ji ber ku ji bilî sirûşa wê navçê, tundrewan çendîn tonelên di bin erdê re kolane.

Şareza dibêjin jî, ji bo sînorek ji metirsiya wan grûpên tundrewan re were danîn, pêwîstî bi hevahengiyeke çalak di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de heye û divê ji esman ve jî Amerîka piştevaniyê bike.

K24
Top