• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamentera êzîdî Viyan Dexîl: Parlamentereka şîe ji min re got “tu kafir î!!”

Gulan Media November 26, 2017 Nûçe
Parlamentera êzîdî Viyan Dexîl: Parlamentereka şîe ji min re got “tu kafir î!!”
Endama êzîdî ya parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ragihand, parlamentereka şîe jê re gotiye “tu kafir î!”

Parlamentera kurd û endama firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ji BasNewsê re got, roja 20 vê mehê dema em ji Kurdistanê diçûn Bexdayê, parlamentereka şîe hat pêşiya min û ji min re got, “te gotibû em ditirsin Iraq bibe dewleteka mezhebî?” min jî gotê, “belê min wisa gotiye” wê jî ji min re got, “mafê te nîne tu wisa bêjî, tu kafir û bêdîn î!!”

Wê parlamentera êzîdî her wiha got, ew parlamentera şîe li hember min kinder e. Ew tenê xwe dibînin û hebûna ti kesekî din qebûl nakin. Ez naxwazim navê wê eşkere bikim çimkî ez dixwazin li ser wê gilî bikim.

Rudaw
Top