Putin hunermendeke Kurd xelat dike
Vê stêrka Kurd di sala 1997 dest bi geşbûnê kir. Gava beşdarî bernameye (The morning star) xelata nîştîmany bi dest xist û di 16 saliya xwe de yakem konsêrt derbaz kir. Heta niha Zara yê, şiyaye çendîn xelatên mezin werbigre, di merasîmekê de li Krêmlê, ji aliyê Vladîmêr Putîn ve, xelet û Navê Artîsta Rûsîya Federal a Emekdar jê re hat bexşîn.
Hunermend Kurd Zara Paşa ji K24ê re wiha axivî: “Ez gelek hez dikim serdana Kurdistanê bikim û piştgiriya gelê xwe bikim û weke gelek zordarî lê hatî kirin dizanim. Tênagihim çima ew hemû êş û nexweşî bi serê gelê min tên. Lê piştrast im ku em li ser rêyeke rast in û Kurdistan jî wê rojekê bigihe serxwebûna xwe”
Zara yek ji hunermendên herî navdar a Rûsya û Cîhanê ye. Xwediyê 9 albûmên bêwêne û sedan konser e û bi zêdetirî 10 zimanan distire. Lê wê ti caran nijada xwe ji bîr nekiriye û li ser şano û dikên cîhanê dibêje: ''Ez Kurd im.''
K24
