• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokomarê Iraqê ji bo sê mijarên giring hatiye Kurdistanê

Gulan Media November 25, 2017 Nûçe
Serokomarê Iraqê ji bo sê mijarên giring hatiye Kurdistanê
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm îro Şemî (25-11-2017) gihişte Silêmaniyê. Şêwirmendê Serokomariyê jî eşkere kir, ku Mehsûm ji bo sê mijaran hatiye Herêma Kurdistanê.

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Ferhad Elaedîn ji Rûdawê re ragihand: “Serokomar Fûad Mehsûm ji bo sê mijaran serdana Silêmanî û Hewlêrê dike. Mijarek rewşa nav YNKê û pirsgirêkên vê partiyê ne, mijara duyemîn rewşa Kerkûkê û çareserkirina vê rewşê ye û ya sêyemîn jî nirxandina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.”

Derbarê serdana xwe de Fûad Mehsûm jî ji medyaya YNKê re ragihandiye, ku hemû ev mijar bi hev ve girêdayî ne û hêviya çareserkirina wan aniye ziman.

Serokomarê Iraqê herwiha diyar kiriye, ji bo çareseriyê ew dê hemû hewl û desthilata xwe bikar bîne û gotiye: “Niha rewş ber bi başbûnê ve diçe.”

Rudaw
Top