Erdogan soz daye bê destûra Esad dê êrişî YPGê neke
Rojnameya The Timesê ya brîtanî îdia kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan soz daye Rûsya û Îranê ku Artêşa Tirkiyeyê bê destûra Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad êrişî YPGê neke.
Rojnameyê îdia kir ku serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser bê destûra vekirî ya Esad nebe bi ti awayî mudexale li Sûriyeyê neye kirin lihevkirine.
Rojnameyê destnîşan kir ku Erdogan sozê daye ku Artêşa Sûriyeyê bê destûra Esad êrişî kurdan li bakurê Sûriyeyê neke. Rûsya, Tirkiye û Îran bivê yekê dizwazin serweriya Esad zêdetir bikin û nişan bidin ku dikare sînorên welatê xwe kontrol bike. Tê xuya ku birêz Pûtîn di berdêla wê de ji Esad soza di hevdîtinên aştiyê de erenî tevbigire standiye.
