• Thursday, 19 February 2026
logo

Ofîsa Ebadî mercên destpêkirina diyalogê eşkere kirin

Gulan Media November 23, 2017 Nûçe
Ofîsa Ebadî mercên destpêkirina diyalogê eşkere kirin
Piştî biryara Dadgeha Bilind a Federalî ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mercên xwe ji bo destpêkirina diyalogê bi Herêma Kurdistanê re eşkere kirin.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî da xuyakirin dadgehê nerînên derbarê yasayîbûn yan jî neyasayîbûna giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê yekalîkirine û ew hilweşandiye.

Seid Hedîsî anî ziman ew niha li benda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ku di jêr siya destûrê de dest bi diyalogê bikin û divê pabendî biryaran û yekîtiya Iraqê bin bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê tekez kir encamdana diyalogê girêdayî bi rêzgrtin ji destûrê, rêzgirtin ji biryarên Dadgeha Federalî, pêngavên hevbeş li ser mijara petrol û ewlehiyê û sepandina desthilata federalî ye.

Hedîsî tekez dike ew xale dibine bingeha avakirina baweriyê bi destpêkirina diyaloga bihêz.

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku referanduma serxwebûna Kurdistanê ku di 25 Îlonê de hate encamdan ne destûrî ye û pêwîst e tevahiya encamên wê bêne hilweşandin.

Berî niha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê peywendiyên li gel Bexdayê de ji Rûdawê re eşkere kiribû ku di warên cuda de berdewam in lê heya niha dema destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nehatiye destnîşankirin.

Hêjayê gotinê ye Serokweîzrê Iraqê Heyder Ebadî Ebadî di gotara xwe ya heftane de ku pêr sêşemê pêşkêş kir, cardin bi zimanê gefê daxwaz ji serkirdatiya Herêma Kurdistanê kir, ku bi zimanekî zelal pabendbûna xwe bi biryara hilweşandina encamên referandumê diyar bike.

Weke tê zanînn li ser asta navdewletî jî, bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de Neteweyên Yekbûyî , Amerîka, Almanya, Birîtanya, Fransa, Kanada û çend welatên din daxwaza gotûbêj û diyalogê ji her du aliyan kirine, lê belê heta niha Hikûmeta Iraqê bo destpêkirina gotûbêjên siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de amadebûna xwe neragihandiye.


Rudaw
Top