• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlementerê Brîtanî: Bi her awayekî be divê xewna Kurdan pêk were

Gulan Media November 23, 2017 Nûçe
Parlementerê Brîtanî: Bi her awayekî be divê xewna Kurdan pêk were
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina gotûbêjeke berhemdar li benda Londonê ye ku bi awayekî bandordar rola navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîze, da ku hin pirsgirêk çareser bibin.

Mihemed Îhsan ku li King's College profesor e diyar kir: “Ji bo navbeynkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, me ji Brîtanyayê daxwaz kir ku rola wan a siyasî hebe. Her gotûbêjeke navbera Hewlêr û Bexdayê bêyî aliyekî navdewletî, ne di cih de ye.”

Çend roj berê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina li gel Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê de, daxwaza piştgiriya navdewletî kir, da ku Bexda cezayên bi ser Kurdistanê de betal bike û firokexane werin vekirin.

Serokê Berê yê Sendîkaya Karkeran a Partiya Kar (Labour) Roger Lions destnîşan kir: “Piştî referandumê çend pirsyarek li ser binpêkirina mavê mirovan hatin kirin li gel zextek neçaverêkirî bi ser binkeya Manfield a rêxistina firokevaniya sivîl a navdewletî, çimku ev çend bi temamî li dijî yasayên wan e, lewma divê kompaniya firokevaniya welatan, bi hev re zextê li Iraqê bikin da ku esmanê Kurdistanê ji bo firînê vekin.”

Crispin Blunt ku bi salan serokê lijneya derve ya parlementoya Brîtanyayê bû û parlementerê partiya desthilatdar e, diyar dike ku êdî nabe Bexda xwe ji gotûbêjê veşêrde û xewna Kurdan jî, dûr be jî nêzîk be jî, her divê bi dest bikeve.

Crispin Blunt ji Rûdawê re aşkere kir: “Divê hikûmeta Iraqê gotûbêjeke cidî bike ku siberoja Iraqê dê çawa be, her çiqas forma danûstandinê guherî be jî, divê gotûbêj were kirin û ti alî xwe ji pirsgirêka demdirêj veneşêrin. Xewna Kurdan jî bi her coreyek be, serxwebûn yan otonomî dê were bidestxistin.”

Demek e parlementerên Brîtanyayê bi awayekî berdewam mijûlî dîbeyt, semîner û panelên şîrovekaran in ku gelo welatê wan piştî bûyerên 16ê Cotmehê siyaseteke dirust a li Iraqê girtine ber xwe an na? Herwiha hewldan jî heye ji bo wê yekê ku Brîtanya weke dosta bihêz a Başûrê Kurdistanê bimîne.

Rudaw
Top